1984 - Hezar û Nehsed û Heştê û Çar (Ji Îngilîzî Wergerandin: M. Aydin Sogut)

Stok Kodu:
9786258305739
Boyut:
13.5x21
Sayfa Sayısı:
270
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
%27 indirimli
320,00TL
233,60TL
Taksitli fiyat: 9 x 28,55TL
Temin süresi 2-5 gündür.
9786258305739
1346201
1984 - Hezar û Nehsed û Heştê û Çar (Ji Îngilîzî Wergerandin: M. Aydin Sogut)
1984 - Hezar û Nehsed û Heştê û Çar (Ji Îngilîzî Wergerandin: M. Aydin Sogut)
233.60

(Nivîsa Pişt Bergê)

Rojeke Nîsanê ya sar û sayî bû û demjimêran li yekê piştî nîvroyê didan. Winston Smith, çena xwe çikandibû sînga xwe û hewl dida ku xwe ji bayê kambax biparêze, di nava deriyen camîn ên xaniyên serkeftinê re zû zûka derbas bû, lê leza wî dîsa jî têrê nekir ku ji xelekeke bablîsoka toza qûmê ya ku ji devê derî ve rabûbû û bi wî re pêl dabû xelas bibe.

Ji hêwanê bêhna lihaneyên kelandî û merşik û palasên kevn dihat. Li dawiya hêwanê wêneyekî rengîn ê ku li gorî pêşandana hundirî gelek mezin e, bi dîwêr ve daleqandî bû. Wêneyî tenê rûyekî gelek mezin ê ji metreyekê jî firehtir e nişan dida: rûyê zilamekî li der û dora çil û pênc salî yê bi simbêlboqên reş û xwedî bedewîyeke çort bû.

George Orwell Kî Ye?

George Orwell (25ê Xêve 1903-21ê Befirbara Paşîn 1950) - (navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e), nivîskar û rojnamevanekê înglîz e. Herçind e ko bi rexne û têbînî yên xwe yên sîyasî û çandî ve gelek berniyas bû, yek ji hezkirîtirîn gotarnivîsên wêjeya Inglîzî li sedsala 20ê bû. Ev ji ber du romanên ko li salên dawî ya temenê xwe yê kurt da nivîsîn; Çewlika heywanan û Hizar û nehsed û heştê û çar navdar e.

Berhemdarî:

Pirtûk

Kevtî û Veder li Parîs û Londonê, 1933 (Down and Out in Parîs and London) 

Rojên Burmayê, 1934 (Burmese Days) 

Kîja Melayî, 1935 (Clergymans Daughter) 

Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê, 1938 (Homage to Catalonia) 

Çewlika heywanan, 1945 (Animal Farm) 

Hezar û Nehsed û Heştê û Çar, 1949 (Nineteen Eighty-Four) 

Gotar

Kuştina Fîlekî, 1936 (Shooting an Elephant) 

Fincaneka Xweş a Çayê, 1946 (A Nice Cup of Tea) 

Havrîyek li Şerê Spanyayê, 1943 (Looking Back on the Spanish War) 

Têbînî li ser Neteweperêsiyê, 1945 (Notes on Nationalism) 

Hozan (Şîr) 

Hozaneka Biçûk, 1936 (A little Poem) 

Wergêr M. Aydin Sogut Kî Ye?

M. Aydin Sogut (Wergêr), di sala 1974an da li gundê Dengizan ku li ser Stewra navçeya Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li wê derê xwend, şûn da jî li lîseya mamostetiyê ya Erxeniya Amedê xwend. Piştî wê ji ber sedemên polîtîk tê girtin û tê zindanîkirin. Ew 28 sal in zindanî ye û li zindanê giraniya xwe dide ser karê wêjeyê û wergerê dike. Berhema ber destê we wergera wî ya yekemîn e. Xebatên xwe yên wêjeyî didomîne. 

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat