Çapa taybet ya “Avesta Nivisen Oli yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku Celîl Dustxah wek du cild bi farisi amade kiribû û yek ji edisyonên baş tê zanîn, bi wergera Tahir Agûr bi kurdî derket.
Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya oli ye ku li gor hin çavkaniyan di destpeke de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re u ji ber sedemen cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin. Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pek te. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn. Girîngiya Avestaye ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan beri niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne u hemu beşên Avestaye bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine u her wiha di beşa pêşgotine de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkoliner u xwendevanan de çêdike. Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivisandin.