Wekî tê zanîn edebiyata Kurdî li ser çar hêmanan hatiye avakirin: Ziman, edebiyata klasîk, edebiyata nûjen û edebiyata devkî.
Ji van hêmanan ya dewlemendtir jî edebiyata devkî ye.
Piştî serdema modern, edebiyata devkî bi metirsiya nemanê ve rûbirû maye. Bi taybetî jî gelên bê desthilatdar zêdetir bi vê metirsiyê ra rûbirû mane. Kurd jî yek ji van neteweyan in.
Heta niha di warê edebiyata devkî da ji aliyê vekolîner û pisporên biyanî û xuyanî ve herçend xebat hatibin kirin jî ji ber rewşa Kurdan û Kurdî gelek kêmasiyên van xebatan çêbûne. Lewra divê bi çavekî zanistî edebiyata devkî bê tomarkirin û ev materyalên hatine tomarkirin bi çavekî zanistî bêne tûjandin, senifandin û nirxandin.
Di vê xebatê da jî yek ji girîngtirîn destana neteweyî ya edebiyata Kurdî, Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn hatiye tomarkirin û nirxandin