“Manyax in. Radibin bîst û çend neferan peyda diken, li cîpên xwe siwar dibin, ‘eyn wekî filîmên mafyayê, tiçine hewalaniya Wanê, pêşiya Kürşat digrin lê nikarin bitirsînin. Camêr li wê dibêje bisekinin ez jî gazî yêd xwe bikem, heke hûn mêr in em ê şer biken. Hemdî dibîne mesele têkilhev dibe, Kürşat çavsor e dê xwîna wan birêjît, dibêje dê têlefonê vekem, gel babê min baxêve.
Babê Hemdî jî nizam te dîtiye yan ne, Emer Axa, zehf însanekî maqûl e lê dibêjin bazirganê jehrê ye, mal û milkê xwe temamî ji tozê qezenc kiriye. Axir, munaqeşe dike gel Kürşat ema mêrik tam tirkekî serhişk e. Dibêje ne willa ez nahêlim keça min bibite jina kurdekî; yan ez ê cendekê wê gel xwe beme Izmîrê, yan ez ê çendekan ji we bikujim.”