“…Ontolojiya wêjeyê û hunerê, ontolojiya jiyan û civakê bi xwe ye; binyadî ne, bi hebûna xwe duvik û pêvekên ku paşê bi civak û jiyanê ve bûne nîn in, xemlên ku hineke din wan dixemilînin nîn in. Loma jî dibe ku awa û şêwêyên wan biguherin, formen nû yên hunerî biafirînin an jî hinek ên berê ji holê rabin lê bi hebûna xwe huner û wêje naqedin, çikû derbirîn in, hilberîn in, afirandin û lêgerîn in, yekîtiya hest û ramanan in ku evana tev taybetmendiyên bingehîn ên mirov û civakê ne. Erê, wêje jî, huner jî wê bidomin, heya ku jiyan hebe wê mirov bi her awayên jiyanê li estetîkê bigerin, lê îro krîzeke giran jî dijîn, gelekî derdor, rastgir, çepgir, lîberal, li gel gelek pispor û feylesofan hemfikr in di vê tespîta krîzê de. Lê helbet her derdor jî bi nêrîn û bi epîstemolojiya xwe şîroveyê tînin û sedema destnîşan dikin.
Armanca me ya nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî serî pêşîn tekîldare bi vê rewşa me gotî ve. Me ew hêz bi xwe re dît; ya rast me ew mecburiyet bi xwe re dît daku di derbarê krîza huner û wêjeya îroyîn de em jî boçûn û şîrovên xwe li boçûn û şîrovên heyî zêde bikin. Çikû nabe ku weke mirov û civak em dev ji wêje û hunerê berdin, lewre ew bi xwe dev ji me bernadin. Ji wê jî wêdetir, mirov û civakên ku li peyî jiyana azad û xweş bin, jixweber rûbirû ne bi mijarên mîna wêje, huner û estetîkê ve, bi krîz, pirsgirêk û nexweşiyên wan re.
Krîz û nexweşiya hunerê, krîz û nexweşiya jiyan û civakê ye. Ew jî tekîldare bi pergala cihanê ya îroyîn ve, rûdanên kêşe û gelemşeyên modernîteya kapîtalîst bixwe ne. Modernîta kapîtalîst ji milekê ve, huner, wêje û estetîkê jî bo armancên xwe yên kirêt, ji bo domandina desthilatdariya xwe ya mijokdor bikar tîne, ji mileke din ve jî wêje û hunerê diherimîne, dijehirîne; wêjeya rast û hunera ku derbirîna heqîqetê ye, pûç û lewaz dike; ya rast mirov û civakê ji hêza têgihiştin û jiyandina huner û estetîka rasteqîn dûr dixe. Ew dûrxistina mirov û civakê ya ji azadiyê ye, dûrxistina ji jiyaneke çêşdar û watedar e. Dema mirov xwe be, bi xwe re be; wexta civak serbest û azad be, ji xwe hunerî ne, estetîk in; çikû diafirînin, direngînin, coş û huzin û xeyalên xwe dişênberînin. Bi vî awayî jî xwe ji jiyaneke hildipekînin jiyaneke dî û xwe didomînin…”