Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya li ser çapa kurmancî a “Helale” de wiha dibêje:
“‘Grewî Bextî Helale' guherînên civaka kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên kurd di çend nifş û cihan de tên kirin. Hevrikiya kevneşopî û nûxwaziyê di temamiya romanê de cih digire. Nivîskar vê rastiyê di pêkhateya vegotineke bedew de ji xwendevanên dilbijokên romana kurdî re dike diyarî. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê kurd beşekî sereke yê vegêranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî babeteke sereke ya jiyan û serpêhatiyên karakterên vê romanê ye. Metafora xencera ku xwe ji Kurdistanê digihîne taxa Flemingsberga Stockholmê, bandora cih û kultûrê li ser reftar û kesayetiya mirovan bi awayekî qeşeng nîşan dide. Serpêhatiya Helaleyê hewldana civaka kurd a berdestkirina jiyaneke azad û nasnameyeke mirovî ya têvel û pirreng şênber dike.”