Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.
Bi vê xebata Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin. Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû, dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? An na, belkî ew gişt civata jinên Kurd in. Belkî jî hemû civata me..!