Di nav kurdan de xebatên ferhengên menzûm li gorî civakên din hinekî dereng hatine kirin. Lê di edebiyat û zimanê kurdî de piştî berhema yekê hema hema di her sedsalê de ferhengek menzûm hatiye nivîsandin. Ya yekem ji aliyê Ehmedê Xanî (1651-1707) ve di sala 1687an de hatiye nivîsîn û ev xebat heta dema me hatine domandin di dîrokên cuda de. Yek ji van xebatan jî nusxeyek ferhenga Şêx Merûfê Nodeyî (1753-1837) ya bi navê Luxetnamey Ehmedî ye ku navê nusxeyê Kitab-u Ehmediye ye. Di vê xebatê de vekolîn û analîz li ser vê nusxeyê tê kirin.
Ev xebat ji destpêkek, çar beşên analîza ferhengan, nusxeya Luxetnamey Ehmedî û muellifê wê û encamekê pêk tê. Beşa yekem di derbarê ferhengên menzûm ên civakên rojhilata navîn de agahiyan dide û yên kurdî bi awayekî berfireh dide nasîn. Beşa duyem li ser muellifê nusxeyê disekine. Di beşa sêyem de analîza herdu nusxeyên ferhengê tê kirin. Di beşa çarem de rêbaza sazkirina metnê tê îzahkirin, di derbarê nusxeyê de çend nîşe û transkrîpsiyona berhemê heye.