Dema min romana Birayên Karamazov xwend, min mala xwe di mala wan de dît, lê hê dûmahiya mala min nehatiye. Xelk ne şaş in dema dibêjin hûn bêjî ne, ta mirinê em ê wisa bimînin. Ji canê xwe bêhtir min ji Gulana mala Çiya hez kir, lê ka ez û ka ew? Min nexwest bîhna vê hezkirinê ji giyanê min hil bibe bedena min, da kesek vê bîhnê ji min neke. Ez ê çawa wê xaka paqij bi qirêja xwe bilewitînim? Ez ê çawa wê bedena tahir bi ava bêjîtiyê biherimînim? Birayên min tev bi jin û zarok in, dema ez li xwe û li wan mêze dikim sergo xwe tavêjin nav çavê min. Dîroka me sergoyekî genî ye li ser pişta me ye û evroja me sergo ye li ber pozê me, tew sibe? Baş e ku sibe ji sergoyan re ne giring e. Dê û bavê min hirsim dixwin lê diranên min diseqe û heke ez zarokan çêkim wê xelk diranên wan ne bitenê biseqînin, bi ser de jî wê di devê wan de bikin xwê. Naaa. Naaa, ez vê êşê dixwim bila zarokên min vê êşê nebînin, min zarok navên. Min navên. Divê ez birevim, xelk ji ber mirinê û agirê cengê direvin, ez ê ji ber vî sergoyî birevim. Divê ez herim welatekî ku kesek min lê nas neke, ez ê her tiştên xwe biguherînim, heke ez zewicîm û zarokên min çêbûn jî hingê bi qamçiyên zimanên xelkê nayên qamçîkirin. Li wir kesek li kesî napirse, li wir diranên bav û kur bi hev nayên girêdan, ku bav hirsim bixwe wê kur jê re bêje noşîcan be.