Samanci di salên 90î de dest bi nivîsandinê kiribû û yekem kitêba wê bi tirkî 1993yan çap bû. Bi
çîrokan dest bi nivîsandinê kir û ligel wê roman jî nivîsandin. Heta niha çîrok û roman bi hev re gelek berhemên wê çap bûn. 2015an yekem berhema wê ya bi kurdî ku çîrok bû “Ew jin û mêrê bi maskê” hate çapkirin. Samanci vêga jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwendevanan:
“Mîrzayê Reben.”
Ji romanê
“Tenêtî û valahî wek ajalekî têrnexwar di dilê wî de diçêriya... Pirrcaran xwe wek mirovekî bêhît dinirxand, ji ber vê dixwest dev ji her tiştî berde û di jiyana xwe de rûpelekî nû veke; lê Pişo jê re digot; “Mîrzo, ev daxwaza te hêviyeke şikestî ye, lê dîsa jî, hizira wê ne xerab e.” Wî dema rojbûna Şukranê çima bi navê yekî nediyar destegulek danîbû ber derê wê, çima evîndarek bi Şukranê ve dizeliqand, ev lîstok hemû ji bo çi bûn? Pişo li hember wî runişt, pişta xwe da paldankê, çend caran qelûn kişand, mîna ku bêhna qelûnê kete pozê Mîrza, biziyar li heviya axaftina Pişo bû, Pişo bi rabêja mirovekî pir zana gotê; “Ti tişt bê sebeb nînin, ma ne wisa ye? Te ava Şukranê germ kiriye û niha jî li mahna digerî, mûriyên te yên binehişî dixwazin ronahiyê bibînin... Roja ku te Sara dît hema tu sero bino bûyî, ji temenê te yê mezin nebiya, niha tu li ber deriyê Sara bûyî, ma ne wisa ye?” Mîrza stuyê xwe xwar kir ji bin lêvan re keniya û got: “Belê, belê wisa ye...”