Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û mayîndebûnê bi xwe re tînin.Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî ûStêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1-ê ye. Di cilda pêşî de -çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî-şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.