Ziman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de.
Dengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn.
Gava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin?
“Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in!