Ji Edîtor
Careke din merheba xwînerên ezîz,
Em bextewar in ku hejmara 15mîn a Zaremayê li ber destê we ye. Ev hejmara duyemîn a serdama nû ye ku di bin banê Weşanxaneya Avestayê de derdikeve. Nivîsa yekemîn a vê hejmarê aidî Serdar Şengül e. Şengül, ji nêz ve li Komara Edebiyatê ya Cîhanê ya Pascale Casanova dinêre û rê vedike li ber xwendinên nû bi riya eşkerekirina têkiliyên tehekumê yên veşartî û karakterê wê yê îdeolojîk a di bin navê gerdûnîbûnê de. Derbarê nivîskarên naskirî yên mîna Franz Kafka, James Joyce, Samuel Becket de me ber bi riwangeyeke din ve dibe di ser meseleya zimên re. Dara Emîn bi nivîsa xwe ya li ser kitêba İsmail Beşikci Bir Aydın, Bir Örgüt ve Kürt Sorunu [Rewşenbîrek, Rêxistinek û Pirsgirêk Kurd] de bal dikşîne ser mijara mêtingeriya çandî û rewşenbîrên tirk ên çepgir di salên 1970yî de û sedemên binyadî yên nivîsîna bi tirkî.