Şefîq Pêşeng piştî jiyana Wedat Aydin û Yaşar Kaya, vê carê berê “bîr”ê daye ser jiyana xwe. Bîra Pêşeng wekî du riyên hesinî yên trênê ji zaroktiyê dirêjî ber bi xortaniyê, ji wir ber bi xwenasînê ve dibe. Li ser riyê gelek stesyon hene; li her yekê em rastî merheleyek tên ku ev merhele hemû dibin hêmanên qewî di nasîna kurdayetiyê de; zaroktî, Barava, gund, esker, malbat, kelekvan, Bismil, Batman, Farqîn, mekteb, Yatilî, ranze, Pişta Çolê, hevaltî, ala, marş, kitêb, tirkî, tirkayetî, sond, mamoste û gelekên din…
Di vê kitêbê de em dibînin ku Şefîqê piçûk ji nişka ve dikeve nav ziman û zemanekî xerîb. Bi çavê zarokekî em dibin şahid ku mekteba Yatilî, tesîreke çawa li ser şi’ûra kurdayetiyê kiriye. Ev kitêba di destê we de, awirek e ji ser Minara Qot, ber bi deşta zarokên vî welatî, ber bi deşta zarokên ku zû mezin dibin.
Mistefa Doğan